IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî qedrê artêşa Iraqê ji ber destkevta di warê têkoşîna dijî têrorîsmê de girt

Serokwezîrê Iraqê qedrê artêşa vî welatî ji ber destkevtên di warê têkoşîna dijî têrorîsmê de û azadkirina Iraqê ji lepên koma têrorîst a DAIŞ`ê girt.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhrê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li merasimekê bi boneya Roja Artêşê, tevî bibîranîna salvegera bişanazîyê ya damezirandina artêşa vî welatî ragihand: Artêşê bi fidakarîya binirx a xwe di qonaxên herî dijwar de ku Iraqê derbas kirin, mezinatî û cîgeha vî welatî lê zivirand û ev wara parast.

Heyder Ebadî artêşa Iraqê kelayeke qahîm ji bo parastina destkevtên netewî û serwerîya vî welatî zanî û got: Bi saya destkevtên li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê û dabînkirina ewlehî û istiqrarê li Iraqê, domandina pêngavên avakirina artêşa netewî bi durişma “ ewlehî û azadî û Iraq yekperçe“ bêyî girêdayîbûna li partî an komeke taybet pêwîst e.

Li gorî gotina serokwezîrê Iraqê, artêşa vî welatî di rêya têkoşîna dijî têrorîsmê û rizgarkirina welatîyan û azadkirina axa xwe ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê de derbasî şerekî tam û giran li hemberî vê komê bû.

6`ê Çile Roja Hêzên Çekdar li Iraqê ye û îsal 97`emîn salvegera destbikarabûna artêşa vî welatî û serketina teqil a gelê Iraqê li hemberî DAIŞ`ê hat pîroz kirin.

Başa dön tuşu