CîhanNûçeRojhilatanavin

Brûskê li cotkaran xist: 11 mirî û 8 birîndar

Berpirsê hikûmeta eyaleta Orissayê Rajendra Panda di daxuyaniya xwe de ragihand ku di nava eyaleta Orissayê li çend herêmên ji hev cuda brûsk ket. Di encama bûyeran de 11 kesan jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.

Rajendra Panda di berdewamiya axaftina xwe de got: “Piraniya kesên ku mirine jî cotkarên ku li nav zeviyên birinc dixebitîn in.”

Li welatê Hindistanê ji meha hezîranê ve ji ber barîna barana muson, lehî û brûskan heta niha bi sedan însan jiyana xwe ji dest dan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu