IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Sefîrê Erebistanê li karûbarên Iraqê mudaxile dike

Serokwezîrê Iraqê sefîrê Erebistanê yê li Bexdayê tawanbar kir ku rasterast xwe tevlî karûbarên Iraqê yên navxweyî dike .

IRIB newsê ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duh li press konferana xwe ya heftane got:  sefîrê Erebistanê yê li Bexdayê li karûbarên navxwe yên Iraqê rasterast  mudaxile dike.

Serokwezîrê Iraqê herwiha desnîşan kir ku azadiya Mûsilê nêzîk e  û got: Hêzên gelanî yên Iraqê (Heşda Şebî)  jî li operasiyona azadkirina Iraqê beşdar dibe.

Heyder Ebadî herwiha bal kişand ser operasiyona terorîstî ya roja duşemê li devera Keradeyê ya Bexdayê ku di encamê de 34 kes hatin kuştin û birîndar bûn û got: Terorîst bi van karana qet nijkarin viyan îû îradeya gelê Iraqê sist û lawaz bikin.

Serokwezîrê Iraqê herwiha bal kişand ser xebata dewleta vî welatî ji bo jinavbirina gendeliya aborî û got: Çaksaziyên aborî û xebata li hemberî gendeliya aborî ji wan kar û bernamên sereke ên dewletê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu