IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Sekinîna li hemberî her cure êrişek ser navend û saziyên dewletî pêwîst e

Serokwezîrê Iraqê Yekşemêş ev bal kişande ser viya ku sekinîna li hemberî her cure êrişek ser navend û saziyên dewletî pêwîst e û ji hêzên ewlehiya vî wlatî xwest ,li dewsa gulleyan ji emrazên din bona peratekirina xwenîşanderan sûdê werbigirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Heyder Ebadî bal kişande ser viya ku hinek dixwazin li nav Iraqê cinayetên organîzebûyî cih bînin û aloziyên nav welêt zêde bikin û got: Pêwîst e lêkolînên zelal bên kirin ta ku ew welatiyên iraqî ku bi dû xwestekên xwe yên rastîn in û kesên ku dixwazin derbê li saziyên dewletî xînin, ji hevdu cuda bibin.

Her wisa Elî Kazim birêveberê balafirgeha navnetewî ya Necefê Yekşemê şev ragihand ku piştî rawestandina hatin-çûna firokeyan ji vê balafirgehê bo çend saetan niha rewş normal bûye û vê balafirgehê xebata xwe destpê kiriye.

Ev çend roj in li hin deverên başûr û navenda Iraqê bi taybet li bajarê Besrê xwepêşandan ji ber nebûna îmkan û bêkarî û nebûna xizmetkariyan didomin.

Serokwezîrê Iraqê jî şemê şev ferman derxist bona çareserkirina pirsgirêkên bajarên başûrî yên vî welatî.

Başa dön tuşu