IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Serdestiya Iraqê xêza me ya sor e

Ebadî îro li Bexdayê civînek çapemeniyê lidar xist û derbarê rewşa leşkerê tirk yên li Başikaya Mûsilê axivî. Ebadî derbarê rewşa leşkerên tirk de diyar kir ku rewşeke ne hewce û bi talûkeye.

Ebadî amaje kir ku hikumeta Iraqê ji Tirkiyeyê daxwaza alîkariya leşkerî nekiriye û serdestiya Iraqê jî xêza wanî sor e. Herwiha Ebadî destnîşan kir ku li Iraqê ti hêzên biyanî yên şerê DAIŞê dikin tune ye yên hebin jî ji bo perwerde û alîkariya lojîstîk li Iraqê ne. Ebadî got ew naxwazin ku bi ti welatên cîran re têkevin nava dubendiyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu