ÎranNûçeRojhilatanavin

Artêşa Îranê: Roja Qudsê nîşan dide ku heq li hember batilê sekiniye

Artêşa Komara Islamî ya Îranê, ragihand: Roja Qudsê nîşan dide ku heq li hember batilê û dadperwerî li hember zilmê sekinine.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a ISNA`yê, Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, bereberê Roja Cîhanî ya Qudsê, bi weşandina daxuyaniyekê destnîşan kir: Roja Qudsê, roja hevgirtîbûn, yekbûn û yekdilbûna gelên misilman digel miletê mezlûm ê Filistînê li hember pîlanên şûm û kirêt ên Rejîma Siyonîst û Amerîkaya cinayetkar e.

Li vê daxuyaniyê hatiye: Roja Cîhanî ya Qudsê, wekî sîmbola dijayetiya li hemberî dagîrkerî, zorbêjî û komkujiya dijî miletekî mezlûm û dijayetiya li hemberî hêzên şeytanî ye.

Li daxuyaniya Artêşa Komara Islamî ya Îranê, hatiye: Di van salên dawiyê de dijmin bi pêkanîna bêtifaqî û nakokiyan li bereya Îslamê bi rêya piştgîriya ji komên terorîst û tekfîrî li navçê, hewl daye ta ku mijara Filistînê ji bîr bibe û Rejîma Siyonîst di nava ewlehîyê de be lê bi şikest û jinavçûna komên terorîst ên li navçê, Rejîma Siyonîst kete ber tecrîdê û bi cinayetên vê dawiyê li Erdên Dagîrbûyî ji berê jî zêdetir riswa bûye û ber bi jinavçûnê ve diçe.

Meşa Roja Cîhanî ya Qudsê, sibê îniyê, 8`ê Hezîranê, beranberî 23`ê Remezana 1439`an a Koça Heyvî, hevgav ligel Îranê li welatên din ên cîhanê jî dê were lidarxistin.

Başa dön tuşu