IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî : Şewtandina sandiqên dengdanê pîlanek dijî gelê Iraqê ye

Serokwezîrê Iraqê li daxûyaniya xwe ya yekşemêşev destnîşan kir: Agirketina nav navendekî serekeye şewitandina sandiqên dengdanê, pîlanek bona derbelêdana bi ewlehî û demokrasiya Iraqê ye.

Li gor raporaIRNA`yê, Heyder Ebadî Serokwezîrê Iraqê Li daxûyaniyekê derheq  êrişa navenda sindoqên dengdanê û şewitandina vê navendê ragihand ku pêwîste li vê barê lêkolîn were kirin û bê şik mista hesinîn li hêviya wan kesan e ku dixwazin ewlehiya Iraqê têk bidin.

Ebadî got: “Em vê kiryarê bi tundî şermezar dikin û divê hêzên ewlehî li depoyên sindoqên dengdanê bergiriyên berfireh wergire.”

Wezareta karên hundur a Iraqê duh yekşemê ragihand, navenda herî mezin a parastina sandiqên dengan berî jinûvehejmartina dengan a bi destan tûşî agirpêketinê bû û tam di nava êgir de şewitî.

Li gorî vê raporê, pirranîya sandiqên dengan li vê navendê di nava êgir de şewitîne û personelên agirvemirandinê jî ji bo yên li gorî ihtimalê mane, hewil didin.

Parlimana Iraqê roja çarşem 6`ê Hezîranê li civîneke awarte xwest ku hemî dengên hilbijartinên vê dawîyê yên parlimana vî welatî ji nû va bi destan bên hejmartin.

Parlimana Iraqê li wê civînê, karê Komîsaryaya Bilind û Serbixwe ya Hilbijartinan da sekinandinê û ragihand: 9 dadwerên erkdarê çavdêrîya ser demajoya hilbijartinan hatin bijartin.

Başa dön tuşu