IraqNûçeRojhilatanavin

Teqîna têrorîstî li başûra Bexdayê û liv û tevgerên DAIŞ`ê li Mûsilê

Di encama teqîna bombekê li başûra Bexdayê da, çend kes hatin kuştinê û birîndar bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Sumeriyê ya Iraqê, çavkanîyekî polîs li Iraqê ragihand ku îro di encama teqîna bombekê ku li nêzîkî bazareke herêmî li taxa Werdîyê ser bi devera Medaênê li başûra Bexdayê hatibû bicihkirinê da, kesek hat kuştinê û 3 kes jî birîndar bûn.

Di vî halî da, çavkanîyên ewlehîya Iraqê ragihandin ku koma têrorîst a DAIŞ`ê bi rokêtên katyoşayê êrişî komavahîyeke niştecihbûna jinên bêsergêr li rojhilata Mûsilê kir ku di encamê da 4 sivîl hatin kuştinê û 9 kes jî birîndar bûn.

Wan çavkanîyên ewlehîya Iraqê ragihandin ku koma têrorîst a DAIŞ`ê enqest êrişî sivîlên deverên azadbûyî yên rojhilata Mûsilê dike ta ku xof, wehşet û bêewlehîyê bi rê bixe (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu