FilistînNûçeRojhilatanavin

Filistîniyan hişiyarî dane Rêjîma Siyonîst

Zêdebûna destdirêjiyên Rêjîma Siyonîst li ser Xezeyê di rojên dawiyê da, tûşî bertekên filsitîniyan bûye.

Di vî warî da Meşîr Misrî, berdevkê Tevgera Berxwedana Islamî ya Filsitînê (HAMAS) got: Êrîşên hewayî yên teze yên Israîlê li ser Zîvala Xezeyê careke din nîşan da ku ev rêjîma dagîrker agirbesê binpê dike.

Misrî ragihand: Berxwedana Filsitînê li bara dewama êrîşan hişiyariyê dide Israîlê û radigihîne ku li hemberî her kiryarekê dê bertekek hebe.

Komên berxwedana Fislitînê ragihandine ku li hemberî êrîşên rêjîma dagîrker a siyonîst û binpêkirina agirbesê dê bêdeng nemînin û wê bertekê nîşan bidin.

Hêjayî gotinê ye ku lihevkirnameya agirbesê di navbera rayedarên berxwedana Filsitînê û Rêjîma Siyonîst di meha Tebaxa 2014`an da piştî êrîşa pêncîrojî ya sala 2014`an a artêşa vê rêjîmê li ser Zîvala Xezeyêbi çavdêriya Misrê hat wajokirin.

êrîşa çekdarên siyonîst li ser filistîniyên niştecihê Zîvala Xezeyê di rewşekê da ye ku vê rêjîmê ji sala 2007`an va dorpêçkirina Zîvala Xezeyê giran kiriye û rê li ber derbaskirina kelûpelên bingehîn û pêwsît ji wan ardû, derman û kelûpelên avahîçêkirinê bo vê navçeya şerlêketî girtiye.

Gef û kiryarên şerxwaziyê y;n ber bi zêdebûnê yên Rêjîma Siyopnît ku li pey wêdaçûna rûveka aştîxwaziyê ya Rêjîma Siyonîst ji ber têkçûna gotûbêjên aştiyê pêk tê, zêdetir ji berê rûyê rastîn ê vê rêjîma tundîxwaz eşkere kiriye.

Dewama dorpêçkirina Zîvala Xezeyê û destdirêjiyên Rêjîma Siyonîst li dijî navçeyên filsitînî bi taybet Zîvala Xezeyê di rewşekê da ye ku demek dirêj ji pêkhatina agirbesê li Zîvala Xezeyê derbas dibe û Rêjîma Siyonîst ne tenê ti yek ji sozên xwe li vê agirbesê ji wan rawestandina her cûre kiryara bi dijminatî û bi tehrîk li dijî filsitîniyan û rakirina dorpça Zîvala Xezeyê cih neaniye belki siyasetên xwe li dijî filsitîniyan domandine.

Dewama destdirêjiyên Rêjîma Siyonîst li  ser Zîvala Xezyê li halekî da ye ku di salên 2008 û 2012 û 2014`an da tevî êrîşên berfireh ên vê rêjîmê li ser Zîvala Xezeyê û kuştina bi hezaran kes ji mirovên bêguneh, vê rêjîmê nekarî ti yek ji armancên xwe bi dest xine.

Tevgerên Rêjîma Siyonîst nîşana wê yekê ne ku ev rêjîma dijî mirovahiyê tu carî li dû aştiyê li navçeyê nebûye. Bêguman têkçûnên berfireh ên siyasî û leşkerî yên Rêjîma Siyonîst li hemberî berxwedana gelanî li navçeyê di rastiyê da rayedarên vê rêjîmê xistine nav fukaran û di rewşeke viha da Rêjîma Siyonîst bi girankirina gef û êrîşan û tevgerên leşkerî li gorî zihniyeta xwe dixwaze ku van têkçûnên xwe biniximîne.

Rêjîma Siyonîst her derfetekê ji bo pêşdabirina siyasetên xwe yên berfirehîxwziyê bi kar tîne û eger şiyana xwe ya pêwsît hebe destpêkirina şerekî din li navçeyê naxe derengiyê û birêxistina çend cengan ji aliyê vê rêjîmê li dijî gelê Filsitînê û gelên din ên navçeyê ji destpêka damezirandina vê rêjîma nerewa va, vê rastiyê nîşan dide.

Bêguman reftar û tevgerên Rêjîma Siyonîst li ser esasa aqilê selîm û mentiqê ninin û rayedarên vê rêjîmê di nava tevlihevî û di eynî demê da şerpezetiya ji ber têkçûnên xwe li hemberî berxwedana gelê navçeyê da ne.

Guhertinên reftarî yên Rêjîma Siyonîst ev ihtimal xurt kiriye ku desthilatdarên vê rêjîmê dest bi ehmeqioyeke din bikin. Li ser esasa rastiyeke visa  ku gelên navçeyê ji wan gelê Filistînê hertim amadetiya xwe li hemberî Rêjîma Siyonîst diparêzin û di rewşeke visa da parastina mijara berxwedan û xurtkirina wê roleke girîng li girtina pêşiya  Rêjîma Siyonîst ji pêkanîna her cûre kiryarên şerxwazî û ehmeqiyê heye û ev rastiyek e ku komên têkoşer ên filsitînî li ser wê pêgiriyê dikin.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu