Serokwezîrê Iraqê bal kişand ser pêwîsiya baştirkirina rewşa aborî ya vî welatî û ji welatên cînar xwest ku bila dev ji nihêrîna qewm û etnîkî li Iraqê weke sunne, şîe û kurd berdin.
Li gorî rapora Mêhr Newsê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja çarşemiyê li civîna Niftê li Bexdayê ser parastina yekitiya Iraqê li rawestana li ber terorîstan teqez kir û ji welatên cînar xwest ku bila li Iraqê bi çavê welatekî hevgirtî binêrin.
Ebadî her wiha diyar kir: Pir kesan gotin ku karê Iraqê bi dawî bûye û êdî hêza rabûnê lê nemaye li halekê ku vî welatî îsbat kir ku ev fikra şaş e.
Serokwezîrê Iraqê her wiha bal kişand ser pêwîstiya pêşketina Iraqê li beşa xebitandina sermaya taybet û lezgîniya li pêvajoya avedankirina vî welatî û destnîşan kir: Fesad û gendelî bûye sedem ku elaqeddariya xelkê Iraqê li vî welatî kêm bibe li halekê ku viyana Bexdayê, rawestana sîstematîk li hember gendeliyê ye.
Heyder Ebadî her wiha destnîşan kir: Tevî şerê li hember DAIŞ`ê, berhemanîna niftê zêde bûye li halekê ku aboriya vî welatî nikare tenê pişta xwe bi niftê va girêde. (BANGÊ ÎSLÂMİ)