Ebadî xwest ku hemî boykotên pêşbirkan li werzişgehên Iraqê bên rakirin

Heyder Ebadî dê vê daxûyaniyê de diyar kir: Lidarxistina serketî ya pêşbirka bi dostanî ya fûtbola Iraq û Erebistanê, nîşana hebûna ewlehî û aramiyê û amadetiya werzişgehên Iraqê ji bo mazûvaniya pêşbirkan e.
Tîma neteweyî ya Iraqê li vê pêşbirka bi dostanî karî ku 4-1 tîma neteweyî ya Erebistanê işkest bide.
Selman Bin Îbrahîm Alê Xelîfe, serokê konfederasyona fûtbola Asiyayê roja çarşemiyê beriya destpêbûna leyîza bi dostanî ya tîmên neteweyî yên Iraq û Erebistanê li werzişgeha bajarê Besreyê gotibû: wextê rakirina boykota lidarxistina pêşbirkan li werzişgehên Iraqê hatiye.
Fîfa bi salan e ku boykota lidarxistina pêşbirkên navneteweyî li werzişgehên Iraqê cih tîne.
Ev rêxistina asta van boykotan ji par ve kêm kir û hêla ku pêşbirkê dostane yên navneteweyî li sê werzişgehên vî welatî li bajarên Besre, Kerbela û Hewlêrê werin li dar xistin, lê werzişgehên Bexdayê tim ketibûn ber boykotan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)