NûçeÎranRojhilatanavin

Ebdullahiyan: Îran piştevaniya danûstandinên ku serbilindiya wê garantî dike û bi encamên qebûlkirinê bidawî dibin, dike

Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Amir Ebdullahiyan tekez kir, ku Îran piştevaniya danûstandinên ku serbilindiya wê garantî dike û bi encamên qebûlkirinê bidawî dibe, dike.

Ebdullahiyan di kongreyeke rojnamevanî de ligel berpirsê siyaseta derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell got, ya ku ji bo Îranê girîng e, sûdmendiya aborî ya tam ji rêketinama navokî ye.

Ebdullahiyan got: Me birêz Borrell li ser daxwazên Îranê ji danûstandinên navokî gotûbêjên kûr kir. Tiştê ku ji bo Îranê girîng e sûdmendiya aborî ya tam ji vê rêketinama navokî ye û ji ber vê yekê dewleta Îranê her tiştê ku bandoreke neyînî li ser daxwazên Îranê bike red dike. Divê Amerîka realîst be û bi mentiqî rêya van hevdîtinan bişopîne.”

Başa dön tuşu