NûçeRojhilatanavinSûriye

Êrişa terorîstan a bi gullên hawananê ser Şamê

9 welatiyên sûrî di encama êrişa bi gullên hawanan a terorîstan ser navçeya Techîzê û taxa El Mezree ya Şama paytexta Sûriyê de birîndar bûn.

Li  gorî rapora Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê (SANA), çavkaniyeka agehdar li polîsê parêzgeha Şamê ragihand, roja pêncşemiyê di encama ketina gulleke hawanê li derdora dibistana Cewdet El Haşimî li navçeya Techîza Şamê, heft welatiyên sûrî birîndar bûn.

Di encama kiryareka din a terorîstî li taxa El Mezreê û derveyî balyozxaneya Rûsyê li Şamê de, ji bilî birîndarbûna du kesan, hin xisar jî li trombîl, mal û dikanên welatiyên sûrî ketin.

Berêvara pêncşemê jî du gullên hawanê li dorhêla termînala Sûmêriye ya li rojavaya Şamê ketin.

Roja çarşemê jî terorîstan du gullên hawanê ber bi balyozxana Rûsyê ya li Şamê ve avêtin û di encama wê de ti kes nehate kuştin.

Komên terorîst ên Cêyş Ul Îslam û Bereya El Nusre li dorhêla rojhilatî, tax, dibistan û nûneratiyên siyasî yên welatan li Şamê, têxn ber êrişên bi mûşek û gullên hawanan.

Di eynî demê de, wezareta berevaniya Sûriyê ragihand Yekîneyên artêş û hêzên çekdar ên vî welatî bi pûçkirina êrişa terorîstên DAIŞ`ê ser balafirgeha Tîfûr a T4 li rojhilata Humsê û karîn li ser girên ber bi bajaroka Şerîfê serdest bibin.

Di encama vê êrişê de ku ji bakûrê rojhilata balafirgehê ve pêk hat artêşa Sûriyê ji bilî kuştina 70 terorîstî, heft tank , 12 trombîlên hilgirê reşaşan û panzereka terorîstan îmha kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu