IraqNûçeRojhilatanavin
Ebdulmehdî: Iraq ser hevkariya bi hemî welatên cîran re disekine
Serokwezîrê Iraqê di hevdîtina digel taxima emerîkî ya bi serokatiya Jeanne Shaheenê de got: Iraq li dû peywedniyên li gor berjewendiyên hevpar bi welatên cîran re ye.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Iraqê, Adil Ebdulmehdî îro got: Iraq navenda hevsengiya navçê ye lewma pêgirîyê ser danîna peywendî, hevkarî û parvekirina berjewendiyan bi hemî welatên cîran re bona pêkanîna aramî û geşatiyê dike.
Ebdulmehdî got: DAIŞ, kanserek e ku divê ji şerê wê rizgar bibin û Iraqê karî bi camêrtî û lehengiya gelê xwe DAIŞ`ê têk bibe.
Wî her wiha got: Bona pêşketina di warên avedankirin, dabînkirina xizmetan, kemlandina pêvajoya vegeryana hemî awareyan bo navçên xwe û avedankirina binavhiyan de divê pir hewl bidin.