AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Hans Naykemp: Bazara cîhanî ya niftê, çavlirêya vegeryana Îranê bo warê navneteweyî ye

Cîgirê birêvebirê giştî yê kompanya ingilîsî- holendî ya SHELL`ê got: Bazara cîhanî ya niftê, çavlirêya vegeryana Îranê bo warê navneteweyî ye.

Li gorî rapora IRNA`yê, Hans Naykemp, cîgirê birêvebirê giştî yê SHELL`ê, roja çarşemiyê li rêûrisma îmzekirina peymana hevkariya vê kompaniyê bi Kompaniya Neteweyî ya Niftê ya Îranê, li Têhranê, bal kişand ser vê yekê ku pêşeya nifta Îranê li dewra boykotan her wekî berî li cihê xwe mayinde ye û got: Dema nû ya hevkariyên SHELL`ê bi Îranê re dest pê bûye.

Kompanya SHELL û Kompanya Neteweyî ya Nifta Îranê, hevhatinnameyekê jibo xwedndina li ser sê meydanên niftê û gazê yên Azadigan a başûr, Yadaveran û Kîşê, îmze kirin.

Naykemp bal kişand ser vê yekê ku nasandina modela nû ya peymanên niftî, pêngaveka girîng bona pêkanîna mewqiya birin- birinê li rewşa bazirganiyê ye herwiha got: SHELL hewl dide riyên bibandortir jibo hevkariya bi Kompanya Neteweyî ya Nifta Îranê peyda bike.

Birêvebirê giştî yê SHELL`ê bal kişand ser vê yekê ku pêşketina Îranê ya li hin waran bi taybet di warê berhemanîna gaza xwezayî, cihê qedirzaniyê ye û nayê înkarkirin û destnîşan kir: Îranê kariye ji bilî dabînkirina hewcetiyên xwe yên navxweyî, pêşeya xwe di warê cîhanî jî zindî xwedî bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu