IraqNûçeRojhilatanavin

Ebdulrehman Ozbekî yê rêveberek payebilind ê terorîstên DAIŞê hatê kuştin

Hêza dijî teror a Kurdistanê kuştina rêveberek payebilind ê terorîstên DAIŞê ragehand.

Hêza dijî teror a herêma Kurdistanê di tora civakî ya facebookê der wêneyê Geyratzon Osîmovî ku wek Ebdulrehman Ozbekî tê nasîn belav kir û ragehand li Sûriyê hatiye kuştin.

Wekî ku hêza dijî teror ragehandiye; Ebdulrehman Ozbekî roja 06.04.2017ê di encama operasyona hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê de li Sûriyê hatiye kuştin.

Kesê ku hatiye kuştin, bixwe xelkê Ozbekîstanê ye û ‘’Karê darayî û qaçax û veguhestina’’ kesan bo nav rêxistina terorîsta a DAIŞê dikir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu