IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Ebû Bekir Bexdadî hewl dide vegere Iraqê

Rêberê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî xwe li Tedmura Sûriyê veşartiye û hewl dide derbasî xaka Iraqê bibe.

Jêderekî ji hewalgîriya Iraqê ji medyayê re ragihand, ji çend hefteyan rêberê Ebû Bekir Bexdadî hewl dide ji xaka Sûriyê derbasî Iraqê bibe, lê ji ber tundiya ewlehiyê nikare derbas bibe.

Herwiha got: Bexdadî li çiyayê Ebû Recmên li Tedmurê xwe veşartiye û plana wî heye veger nava xaka Iraqê.

Ji sala 2014an û heta niha çendîn nûçeyên cuda li ser çarenivîsa Bexdadî hatine belavkirin, lê ta niha zanyariyên piştrastkirî derbarê cihê wî de nehatine ragihandin.

Başa dön tuşu