AborîCîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Palîngeha herî mezin a niftê ya Çînê li bara sekinandina kirrîna niftê ji Îranê hişyarî da

Birêvebirê kargêr ê kompaniya herî mezin a palîngeha niftê ya Çînê, got: “Eger ku derkirrîna nifta xav a ji Îranê bo Çînê were sekinandin, wê hin palîngehên vê kompaniyê, bi giranî bikevin ber zirar û ziyanê“.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan  a IRNAyê, Hûang Wênşêng (Huang Wensheng), alîkarê birêvebirê giştî yê kompaniya Sîno Pekê (Sino-Pec), roja sêşemiyê got: “Palîngehên vê kompaniyê ji bo palîna nifta xav a Îranê hatine plandarêştin û eger Dewlet derkirrîna nifta Îranê qedexe bike, wê derbe li van palîngehan keve“.

Rayedarên Amerîkayê piştî derketina vî welatî li Lihevkirina Navokî ragihandin ku divê bikirrên nifta xav a Îranê heya 4ê Mijdarê, dawiyê bidine derkirrîna xwe ya niftê ya ji Îranê ma ne wê bikevin ber boykotên dubare yên Amerîkayê.

Boykotên dubare yên Amerîkayê dijî aliyên bikirrê nifta xav a Îranê ku berovajî qanûnên bazirganiya navnetewî ye, bûye sedema berteka neyênî ya welatên curbicur bi awayekî ku hinek ji van welatan hewl didin ku xwe bêxin derveyî vê boykotê û hin welatan jî ragihandine ku dê ewê boykotan cih neyînin.

Başa dön tuşu