ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Ebu Mêhdî Mihendis: Amerîka piştevanê têrorîsmê li cîhanê ye

Alîkarê Serokê Rêxistina Seferberiya Gelanî ya Iraqê (Heşda Şeibî) got: Armanca Amerîkayê ya danîna navê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî di Lîsteya Komên Têrorîst a Amerîkayê da tevlihevkirina ewlehiya navçeyê û pêkanîna nuxteyên kêşe û aloziyê têda ye.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya kanala El Meyadînê, Ebu Mêhdî Mihendis, Alîkarê Serokê Rêxistina Seferberiya Gelanî ya Iraqê (Heşda Şeibî) bi gotina vê yekê ku Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî roleke bingehîn li şerê dijî DAIŞê li kêleka gelê Iraqê hebûye, her wiha got: Biryara vê dawiyê ya Amerîkayê pêkenî ye, ji ber ku welatek Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî wek Têrorîst dizane ku bixwe piştevanê têrorîsmê li cîhanê ye.

Alîkarê Serokê Rêxistina Seferberiya Gelanî ya Iraqê (Heşda Şeibî)tevî pêgiriya li ser vêya ku dewleta Amerîkayê li gorî dîktekirinên bi heqaret ên siyonîstan careke din biryarên xwe yên neberaqil dubare kirin, her wiha got: Gelê Iraqê dê nema ji bîr bike ku çi hêzek li kêleka wî ma û kê ewna berdan û têrorîstên DAIŞê li Iraqê serdest kirin.

Ehmed Sehaf Berdevkê Wezareta karên derve ya Iraqê jî bi daxûyaniyekê destnîşan kir ku Bexda dê nema rê bide ku axa wî welatî bibe baregeh an rêbihurka her cûre ziyangihandina li cînarên vî welatî.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Duşemiyê bi daxûyaniyekê ragihand ku Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî xistiye nav Lîsteya Komên Têrorîst a Amerîkayê.

Gellek ji siyasetvan û karzanên amerîkî derbarê dûhatên vê kiryara Trump jibo welatê xwe dilgiraniya xwe diyar kirine.

Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê wek berteka li hemberî vê kiryara Trump, hêzên amerîkî yên çekdar li navçeyê (Sentkam) û hêzên girêdayî bi wan wek “Koma Têrorîst” binav kir.

Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî roleke girîng di warê têkoşîna dijî têrorîstên bin sîvana piştevaniya Amerîkayê li navçeyê heye. Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî li jibo têkoşîna dijî komên tekfîrî û têrorîstî li Iraq û Sûriyê li ser daxwaza fermî ya van welatan, alîkariyên rawêjkariyê dide wan; Lê Trump qet ji vêya hez nake.

Başa dön tuşu