AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê teqînên terorîstî li Istanbûlê şermezar kir

Li gor raporaajansa Fars News’ê, Muhemmed Cewad Zerîf wezîrê karên deve yê Îranê îro sibê li rûpela xwe ya Toyîtirê , bilî mehkûmkirina teqînên terorîstî li balafirgeha Ataturk a Istanbûlê got: Terozîm gefek ji bo hemû cîhanê ye û pêwîste ku hemû welatên cîhanê bona sekinîna li hemberî terorîstan alîkariyê bidin hevdu.

Zerîf teqînên terorîstî li balafirgeha Ataturka Istanbûlê nîşanek ji rûveta kirête terorê daye zanîn û got: Carek din rûveta kirête terorê li balafirgeha Ataturk a Istanbûlê û li welatê dost û cînare Îranê hate nîşandan.

Wî got: terorîzm û reftarên fanatîk gefekî cîhanî ye û pêwîste ku hemû welatên cîhanê li hemberî terorîstan rawestin.

Hatiye ragihandin ku ji ber teqînên terorîstî li balafirgeha Ataturk a Istanbûlê 36 kes hatine kuştin û 147 kes jî birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu