İslami Davet Kurdi Bange İslami

Ebû Mehdî Mihendis: Rex Tillerson raketiye

Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Mihendis daxwaza berpirsên Amerîka ji bo danîna çekan red dike û dibêje Heşda Şebî tenê alîkariya darayî ji Tehranê digre.

Di hevpeyvînekê de li gel ajansa Associated Pressê de Ebû Mehdî Mihendis ragihand ku Heşda Şebî ji bo parastina Iraqê çêbûye û bi gotina wî artêş û polîsê Iraqê dibêjin ew bêyî piştevaniya Heşda Şebî nikarin operasyonên xwe encam bidin.

Ebû Mehdî Mihendis, ku dostê nêzîk yê fermandeyê hêza Quds ya pasdarên Îranê Qasim Silêmanî ye sala 2003 yê rêberiya Hizbullaha Iraqê kiriye ku peywendiyê wan ên bihêz bi hizbullaha Îranê û Îranê re heye.

Derbarê peywendiyên xwe yên bi Îranê re de jî Ebu Mehdî dibêje: “Ev yek ne tiştek veşartî ye. Ez hewl didim ji rêveberiya bilind a Îranê rêberiya exlaqî û ruhî werbigrim.”

Ebû Mehdî daxwaza Tillerson ya ku dibêje bila ew çekdarên ku Îran piştevaniya wan dike vegerin, red dike û dibêje Tillerson di xew de ye, Îran take welat bû ku ji destpêka kirîza DAIŞê ve alîkariya Iraqê kir.

Derbarê mana Artêşa Amerîka li Iraqê jî Ebu Mehdî ku navê wî di lîsteya terorê ya Amerîka de ye ragihand helwesta wan zelal e lê ew rêzê li biryara hikûmeta Iraqê digrin.

Mihendis derbarê êrîşa Heşda Şebî û hêzên Iraqî bo ser Kerkûkê de dibêje, ev tişta ku li Kerkûkê rû daye serkeftine ji bo hikûmet û hêzên Iraqî, hêzên Heşda Şebî bi Kurdan re hemahengî kirine bo vekişandinê û kêmbûna qurbaniyan û dibêje ew li gel Kurdan biratiyê dixwazin.

Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Mihendis herwiha îdia kir ku hêza herî zêde bandorê li hilbijartinên giştî yê Iraqê bike Heşda Şeibî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version