IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Ebû Mehdî Muhendis: Hêzên iraqî piştî azadkirina devera Qeyrewanê, yê bera xwe bidin sînorên Sûrîyê

Li gorî rapora kanala Al Alamê, Ebû Mehdî Muhendis cîgirê fermandeyê hêzên Heşdi Şeibî bal kişand ser pêşdaçûna hêzên seferberîya gelanî ango Heşdi Şeibî ber bi devera Qeyrewanê li rojavaya Tileferê û got: Erka hêzên Heşdi Şeibî piştî azadkirina devera Qeyrewanê, yê azadkirina devera Beacê li sînorê Sûrîyê be.

Muhendis herwiha got: Devera Qeyrewanê zeliqîye sînorên Iraq û Sûrîyê û derbasgeha têrorîstan bo nav Iraqê tê hesêb û armanca vê opêrasyonê qutkirina têkilîya têrorîstên DAIŞ`ê ên li Iraqê ligel welatên piştgirê vê koma têrorîste.

Dewsgirê fermandeyê hêzên Heşdi Şeibî herwiha pêkutî kir, devera Tileferê li parêzgeha Nêynewayê tam ji hêla hêzên Heşdi Şeibî va hatîye dorpêçkirin.

Ajansa nûçan a El Mayadînê (Al Mayadeen) jî ragihand ku azadkirina devera Xîfîsê di duyemîn roja opêrasyona azadkirina herêma Qeyrewanê da, serkevtina herîmezin a hêzên Heşdi Şeibî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu