Alîkarê fermandeyê hêzên Heşdi Şeibî li Iraqê pêkutî kir, girêdana sînorên hevpar ligel Sûrîyê ser DAIŞ`ê da, armanca stratejîk a Iraqê ye.
Li gorî rapora ajansa nûçan a ILNA`yê, Ebû Mehdî Muhendis alîkarê fermandeyê hêzên Heşdi Şeibî ragihand şerê azadkirina Qîrwanê rûpela duyem a opêrasyona azadkirina rojavaya Mûsilê ye û serdestîya li sînorên Sûrîyê û girêdana wan ser DAIŞ`ê da yek ji armancên azadkirina Qîrwanê ye.
Wî herwiha got: Heşdi Şeibî yê taqîbkirina DAIŞ`ê bidomîne ji ber ku ewlehîya netewî ya Iraqê dixe ber gefê lê divê di bin çavdêrîya fermandetîya giştî ya hêzên çekdar ên Iraqê da wek sazîyeke ewlehî û leşkerî ya hevgirtî bikevin dewrê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)