ÎranNûçeRojhilatanavin

Nama Zerîf bo Mogerîniyê, beşek ji berteka Îranê li hember bêsoziya welatên rojavayê

Berdevkê komîsyona ewlehiya neteweî ya parlemana Îranê got: Nama wezîrê karên derve yê Îranê bo berpirsa siyaseta derve ya YE wek berteka li hember bêsoziya welatên rojavayê ye.

 Li gorî rapora roja îniyê ya ajansa meclîsa Îranê, seyd Huseyn Neqewî Huseynî berdevkê komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê bal kişand ser nama  di navbera Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve ya Îranê û Federîka Mogêrîniyê berpirsa siyaseta  derve ya YE li bara bêsoziyên  Emerîkayê derheq cihanîna  rêketinnama  navokî û got : Him di belgeya rêketinnama navokî û him jî  di pêşnumaya meclîsa Îranê li bara  kiryara  dualî û pêkan jibo cihanîna rêketinnama navokî, hin rêçare jibo rawestana li ber bêsoziya aliyê welatên  5+1ê hatine berçavgirtinê.

Seyd Huseyn Neqewî Huseynî destnîşan kir:  Li gor belgeya  rêketinama navokî û pêşnumaya  meclisa Îranê dikarin li hember bêsoziyên  Emerîkayê li riya cihanîna  hevhatinnama navokî tev bigerin ku şandina nameyê bo berpirsa siyaseta derve ya YE yek ji wan kiryaran e.

Wî tekez kir: Divê Îran mesela  bêsoziya Emerîkayê ji hêla hiqûqî û siyasî bişopîne ku berevaniya mafên xwe bike.

Rêketinnama navokî çilla 2016`an navbera Îranê û koma 5+1ê cih hat.

Emerîka berûvajiya  berpirsiyariyên xwe li rêketinnama navokî, bi caran ser riya cihhatina  rêketinnama navokî û destpêkirina  hevkariyên  navneteweyî bi Îranê re  astengî derxistine.

Li kiryara li dijî îranî ya Emerîkayê, nunerên  meclisa Sinaya Emerîkayê roja pênşemiyê dengê erê dane boykotên  nû yên li dijî Îranê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu