ÎranNûçeRojhilatanavin

Serokkomara Krovasiyê gihêşt Îranê

Serokkomara Krovasiyê vê sibê bona hevdîtina bi serokê komara Îslamî ya Îranê û rayedarên Komara Îslamî ya Îranê û her wiha berfirehkirina peywendiyan û jordebirina asta hevkariyên dualî li warên curbicur ji balefirgeha Zagrebê ber bi Têhranê ve birêket.

Kolînda Grabar Kîtarowîç li balefigeha Zagreb hêvî kir ku ev sefera bibe destpêkek bo peywendiyên dualî navbera Kirovasiyê û Îranê li hemî waran.

Yosîp Bolyowîç wezîrê berevaniyê yê Krovasiyê her wiha hevrêtiya serokkomarê vî welatî li sefera bo Komara Îslamî ya Îranê dike.

Serokkomara Kirovsiyê boan hevdîtin û gotûbêja tev rayedarên pilebilind ên Îranê û bona jordebirina asta peywendiyên bi hevaltî û her wiha zêdekirina asta hevakriyên du welatan li warên curbicur gihêşt Têhranê.

Grabar Kîtarowîç duwem serokkomara Kirovasiyê ye ku piştî Stîpan Mesîş serokkomarê berê yê vî welatî ku li sala 2001 sefera Têhranê kiribû tê Îranê.

Sefera Grabar Kîtarowîç bo Komara Îslamî ya Îranê xala werçerxanê li peywendiyên du welatan tê hisabê û Îran û Kirovasî ser berfirehkirina peywendî û hevkariya li warên curbicur bitaybet enerjiyê tekez dikin .

Biryar e serokkomara Kirovasiyê bi Dr. Hesen Rûhanî serokê komara Îslamî ya îarnê û serokê civata kivşkirina mesilheta nizamê û rayedarên din ên pile bilind ên welatê me bicive û gotûbêjê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu