IraqNûçeRojhilatanavin
Ebû Riza El-Necar: Berpirsên hêza Heşda Şebî û operasyona hevpar ji bo dabînkirina ewlehiya riya Bexda-Kerkûkê û navçên ku terorîst têde bi cih bûne, civînên berdewam lidarxistin
Piştî hewldana koma terorîstî ya DAIŞ`ê ji bo derbasbûna nava riya Bexda-Kerkûkê li bakurê Iraqê, fermandê mêhwera bakurî ya Heşda Şebî li bara amadekirina planên nû ji bo dabînkirina ewlehiya vê riyê agahî da.
Li gorî rapora Sûmeriye News`ê, Ebû Riza El-Necar fermandarê mêhwera bakurî ya Heşda Şeibî roja Şemiyê bal kişande ser cinayeta nû ya koma terorîstî-tekfîrî ya DAIŞ`ê li îdamkirina heşt welatiyên sivîl ên iraqî li riya Diyalê-Kerkûkê li bakurê vî welatî û got: “Berpirsên hêza Heşda Şebî û operasyona hevpar ji bo dabînkirina ewlehiya riya Bexda-Kerkûkê û navçên ku terorîst têde bi cih bûne, civînên berdewam lidarxistin”.