IraqNûçeRojhilatanavin

Ebû Riza El-Necar: Berpirsên  hêza Heşda Şebî û operasyona  hevpar ji bo dabînkirina  ewlehiya riya  Bexda-Kerkûkê û navçên ku  terorîst têde  bi cih bûne, civînên  berdewam lidarxistin

Piştî hewldana koma terorîstî ya DAIŞ`ê ji bo derbasbûna nava riya Bexda-Kerkûkê li bakurê Iraqê, fermandê mêhwera bakurî ya Heşda Şebî li bara amadekirina planên nû ji bo dabînkirina ewlehiya vê riyê agahî da.

 Li gorî rapora Sûmeriye News`ê, Ebû Riza El-Necar fermandarê mêhwera  bakurî ya Heşda Şeibî roja Şemiyê bal kişande ser cinayeta nû ya koma terorîstî-tekfîrî ya DAIŞ`ê li îdamkirina  heşt welatiyên  sivîl ên iraqî li riya  Diyalê-Kerkûkê li bakurê vî welatî û got: “Berpirsên  hêza Heşda Şebî û operasyona  hevpar ji bo dabînkirina  ewlehiya riya  Bexda-Kerkûkê û navçên ku  terorîst têde  bi cih bûne, civînên  berdewam lidarxistin”.

Başa dön tuşu