Ebulfezl Şikarçî: Medyakar dikarin bi nîşandayîna rabuhuriya reş û rezîl a Emerîkayê li muzakirên navneteweyî, komploya dijmin bêencam bikin
Ebulfezl Şikarçî, Berdevkê pilebilind ê hêzên çekdar ên Îranê roja Pêncşemiyê li Qumê li başûrê Îranê diyar kir: “Îran ne tenê ji welatên navçê re gef nayê hesabê, belkî ewlehiya wê misoger dike û tim istûxar û belengazên cîhanê li hember zordaran parastiye“.
Serdar Şikarçî bal kişand ser vê yekê ku îqtidara Îranê ji bo sedestî û destdirêjiyê nîne û got: “Dijmin bi amûra medyayê, rastiyan berûvajî nîşan didin û Îranê bi mudaxila li welatên din tawanbar dikin di halekî de ku hemî camêrên cîhanê ji destê mudaxilên wan di bin zextan da ne“.
Berdevkê pilebilind ê hêzên çekdar ên Îranê destnîşan kir: “Di rewşa hestyar, nûçegîhan divê şiroveyeke rast li bara buyerên navçê û cîhanê biweşînin û cîhana Îslamê ji lepên dijminan rizgar bikin“.
Serdar Şikarçî her wiha li bara helwêsta vê dawiyê ya serokkomarê Emerîkayê li bara muzakira bêyî şert bi Îranê re got: “Armanca vî karê Donald Trump pêkanîna bêtifaqiyê navbera gel û hakimiyeta Îranê ye, lê medyakar dikarin bi nîşandayîna rabuhuriya reş û rezîl a Emerîkayê li muzakirên navneteweyî, komploya dijmin bêencam bikin“.