FilistînIraqNûçeRojhilatanavin

Ebûmehdî El-Muhendis: Armanca sereke ya xelkê Iraqê azadiya Filistînê ye

Cîgirê serokê Heşda Şebî ya Iarqê li kêleka meşa roja cîhanî ya Qudsê li Bexdayê got: Lidarxistian vê meşê nîşan dide ku armanca sereke ya xelkê Iraqê azadiya Filistînê ye.

 Ebûmehdî El-Muhendis roja  îniyê li hevpeyvîna  bi nûçegîhanê El-Alamê  re li Bexdayê got: Îro xelkê Iraqê bi hemî  ferqa  bîr û rayên xwe li ser vê bawerê ne ku  mêhwera berxwedanê bi hêz e û dikare  dijminê xwe işkest bide.

  Her wiha cîgirê serokê Heşda Şebî bal kişand ser boykota vê dawiyê ya  Emerîkayê li dijî Îranê li warên aborî û got: Xelkê Iraqê her tim dê li kêleka  gelê Îranê bin.

  Xelkê Iraqê jî li meşa  roja cîhanî ya Qudsê li Bexdayê û bajarên din ên Iraqê wek berteka li hember siyasetên  Emerîkayê li dijî Komara Îslamî ya Îranê û gelên navçê û  piştgiriya tam ji Rejîma talankirê siyonîstî, agir berdan alaya  Emerîkayê û alaya Rejîma Siyonîstî.

 Meşvanên iraqî li daxûyaniya dawiyê ya vê meşê her cure zexta aborî, gef û destdirêjiya muhtemel ser Komara Îslamî şermezar kirin.

 Meşvanên roja cîhanî ya Qudsê li Iraqê balkişand ser felsefa binavkirina  îniya  dawiyê ya meha  pîroz  Remezanê  wek roja cîhanî ya  Qudsê ji aliyê Îmam Xumêynî( RE) xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê teqez kirin: Roja Qudsê bi tenê bona  piştgiriya ji gelê Filistînê nîne belkî ev roja  inqilab û serhildanek li hember hemî dîktator û dewletên  mustekbir û di serî de Emerîkayê ye.

  Ehmed El-Eql balyozê Filistînê li bexdayê jî li vê meşê teqez kir: Dijmin niha lê dixebitin ku plana  nasiyar bi danûstandina  sedsalê li her rewşekê ser gelê Filistînê û gelên navçê bisepînin û  zext û zorên ser Komara Îslamî ya Îranê û berxwedana li Gazayê û Ramullahê gişt li vê çarçoveyê ne.

Başa dön tuşu