ÎranNûçeRojhilatanavin

Serokomarê Îranê giheşte Ermenistanê

Serokê Komara Islamî ya Îranê ligel desteyeke pilebilind derbasî Rewan paytexta Ermenistanê.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê îro dema giheşte balafirgeha navnetewî ya Zovartênotêsê ya bajarê Rewanê, ji alîyê Sêrj Serkîsîyan serokomarê Ermenistanê va hat pêşwazîkirinê.

Rûhanî di çarçova sîyasetên Îranê jibo bihêzkirina peywendîyan û kûrkirina hevkarîyên ligel cînaran û welatên navçê, di yekemîn qonaxa serdana xwe ya dewrê ya sê welatên Asîyaya Navîn çûye Ermenistanê.

Rûhanî di serdana xwe ya yekrojî li Ermenistanê da, yê bi serokomarê vî welatî ra li bara peywendîyên dualî gotûbêjê bike.

Bilî muzakireya dualî ya taximên pilebilind ên her du welatan, çend belgeyên hevkarîyê yê di navbera rayedarên Îran û Ermenistanê da bên îmzakirinê û tacir û bazirganên her du welatan jî yê kombûnekê lidar bixin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê yê bi dû kutabûna serdana Ermenistanê, here Qezaqistanê û yê ji wir va jî here Qirqîzistanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu