LubnanNûçeRojhilatanavin

Êd Roys îdia kir: Endamên Hizbulaha Libnanê, gelek mûşek li ser sînorê bakûrî yê Îsraîlê zimhêr kirine

Serokê komîteya peywendiyên derveyî ya Meclisa Parlimanteran a Amerîkayê, ragihand: Vê meclisê dengê xwe da çaksaziyekê li bara girtina pêşiya piştgîriya pereyî ya ji Hizbulaha Libnanê.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRNA`yê, Ed Royce (Êd Roys), serokê komîteya peywendiyên derve ya Meclisa Parlimanteran a Amerîkayê û parlimanterê eyaleta Kalîforniyayê ji Partya Komarxwaz a vî welatî, li vê daxuyaniyê îdia kir: Pêşniyarqanûna ku roja sêşemiyê raber bû, boykotên niha yên dijî Hizbulaha Libnanê bi armanca têkbirina dabînkerên pereyî yên hêzên Hizbulahê û kesên ku çekan didine ber destê wan, xurt dike.

Êd Roys îdia kir: Endamên Hizbulaha Libnanê, gelek mûşek li ser sînorê bakûrî yê Îsraîlê zimhêr kirine.

Waşîngton di çarçova nihêrîneka destwerdanê, îdia dike ku hin çalakiyên Hizbullaha Libnanê, serwerîya vî welatî lawaz dikin.

Ev idiaya Amerîkayê di halekî de ye ku Hizbullah û Mêhwera Berxwedanê di hilbijartinên parlimanê yên meya Gulanê de ji 128 kursîyan, 67 kursî bi dest xistin.

Başa dön tuşu