Li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê proseya danîna kamêrayên çavdêriyê dikeve warê cîbicîkirinê û Hikûmeta Iraqê biryar daye ku li seranserî paytext, 500 hezar kamêrayên çavdêriyê dane.
Ji bo kontrolkirina rewşa ewlehiya bajarê Bexdayê, Hikûmeta Iraqê biryar daye ku li seranserê wî bajarî hejmareke zêde ya kamêrayên ewlehiyê bicih bike.
Duh pênşemî 15ê kanûna 2016ê bi amadebûna Parêzgarê Bexdayê Elî Temîmî, projeya danîna kamêrayên çavdêriyê li tevahiya rê, cade, tax, kolan, bazar û cihên giştî yên Bexdayê dest pê dike û bi fermî ew prose tê cîbicîkirin. Di demên bihorî de çendîn planên ewlehiyê bo parastina tenahiya Bexdayê hatin danîn, lê belê serkevtî nebûn, her ji ber wê jî Bexda bi rêya danîna kamêrayên çavdêriyê hewl dide ku ewlehiya paytext kontrol bike.
Berdevkê Heşda Şeibî Kerîm Nûrî ku di merasîma destpêkirina danîna kamêrayên çavdêriyê li seranserî Bexdayê de amade bibû, derbarê wê projeyê de ragihand, ku ew dixwazin bi wê pêngavê ewlehiya wlatiyan baştir bikin.
Kerîm Nûrî got: “Em dixwazin bi rêya wê projeyê, ku danîna kamêrayên çavdêriyê li tevahiya Bexdayê ye, ewlehiya xelkê û Bexdayê ji komên tundrew biparêzin, herwiha da ku em bikaribin bi baştirîn şêwe çavdêriya rewşa ewlehiya Bexdayê bikin.”
Berdevkê Heşda Şeibî herwiha amaje bi wê jî kir, ku ew dê 500 hezar kamêrayên çavdêriyê li bajarê Bexdayê danin û dê ew kamêra bi nûtirîn sîstem û şêwe wêneyan veguhazin.
Kerîm Nûrî tekez kir, ku kalîteya wêne û dîmenên kamêrayan gelek başe û her kamêrayek dikare heta dûriya 2 kîlometran wêneyan bigire. (BANGÊ ÎSLÂMİ)