Êdî tu bawerî bi rayedarên emerîkî nemaye

Rehmaniyê Fezlî, Wezîrê karên hundir ê Îranê, roja Pêncşemiyê li parêzgeha Yezdê li navenda Îranê, bal kişand ser dijminatiyên eşkere yên Emerîkayê li hember gelê Îranê û derketina yekalî û neqanûnî ya welatê hanê ji rêketina navokî û got: “Êdî tu bawerî bi rayedarên emerîkî nemaye û êdî muzakira dubare bi Emerîkayê re nikare serê xwe bigire“.
Rehmaniyê Fezlî her wiha destnîşan kir: “Derketina Emerîkayê ji hevhatina navneteweyî ya navokî û hevrênebûna cînarên Îranê û hejmareke zêde ji welatên cîhanê bi siyseta Emerîakyê, rewşekek zelaltir ji bo hevkariyên aborî li pêşerojê ji bo Komara Îslamî ya Îranê bi welatan re pêk anî“.
Wezîrê karên hundir ê Îranê bal kişand ser vê yekê ku serkirdeyên Emerîkayê tim lêdigerin Komara Îslamî ya Îranê lawaz bikin û got: “Piştî derbasbûna 40 salan ser Inqilaba Îslamî, nikarin gefa boykota niftê li Îranê bixwen“.
Rehmaniyê Fezlî got: “Dijmin bi sîstema bi hêz a propagende û medyayî, lê digere li hundirê Îranê alozî û bêewlehiyê çê bike, da ku pirsgirêka herî biçûk ên navxweyî mezin nîşan bide“.