AborîNûçeRojhilatanavin

Îran amade ye ku bi hemî welatan re hevkariyê bike

Berpirsê nivîsgeha serokkomariya Îranê li hevdîtina tev wezîrê şêwirmend ê xebitandina sermayê û ticaretê yê Inglîzê got: Îran amadeyî hevkariya tev hemî welatan e ku bixwezin li pêşeroja aboriya Îranê beşdar bibin û sermaya xwe bixebitînin.

Li gorî rapora IRNA`yê, berpirsê nivîsgeha serokkomariya Îranê, Muhemed Nehawendiya li hevdîtina tev wezîrê şêwirmend ê xebitandina sermaye û ticaretê yê Inglîzê, Lord Fransîs Mod riya pêşberî aboriya Îranê xist rojevê û derfetên aborî yên ku piştî wêdebirina boykotan pêk hatine wek mewqiyên nû yên hevkariyê da zanîn.

Nehawendiyan got: Piştî wêdebirina boykotan ku giştan jê zirar dîtin, Îran amadeyî hevkariya tev hemî welatan e ku bixwezin li pêşeroja geş û rohn a aboriya Îranê beşdar bibin û sermaya xwe bidin xebitandinê.

Li vê hevdîtinê wezîrê şêwirmend ê xebitandina sermaye û ticaretê yê Inglîzê, Lord Fransîs Mod jî kêfxweşiya xwe li bara rakirina boykotên li dijî Îranê û her wiha li bara sefera xwe ya Îranê ku li encama wê hevhatinên baş li warê aborî pêk hatin, nîşan da û got: Em hevkariya aborî tev Îranê ji ber mewqiya wê ya teybat giring dizanin û em hez dikin hevkariyên xwe li warên curbicur berfireh bikin.

Wezîrê şêwirmend ê xebitandina sermaye û ticaretê yê Inglîzê, got: Inglîz amade ye boan endametiya Îranê li Rêxistina Ticareta Cîhaniyê (WTO) hevkariyên pêdivî bike da ku li hevkariyên aborî yên piştî rakirina boykotan têkiliyên navbera her du aliyan lezgîntir bibin û bandor û mayîndebûna wan hîn bêtir bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu