ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Larîcanî û xelkê erdhejlêketî yê parêzgeha Kirmanşanê

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê Elî Larîcanî vê sibehê çû serdana deverên erdhejgirtî yên parêzgeha Kirmanşanê û bi xelkê bajarê Ezgeleh re ku navenda erdhejê ew der bû hevdîtin pêk anî û guh da ser gilî û gazinde û xwestekên wan.

Larîcanî li vê hevdîtinê de guhdariya xwestekên xelkê erdhejgirtî kir. Li van roj û şevên sar ên Payîzê ku her diçe rewşa hewayê sartir dibe xelkê daxwaza kel û pelên germaza û ardûyên wek niftê, xwareka germ xîvet (kon), peto, kincên germ, hemam, destavxane, û kantrîner û kaneksê kirin û xwestin ku navendên pêwendîdar û rêxistinên hawargihandinê wan xwesrekên wan cidî bizanin.

Serokê meclisa Îranê herwiha serdana Nexweşxana Çoligî ya Sipahê Pasdarên Înqilabê li bajarê Ezgeleh kir.

Larîcanî ku vê sibehê sedana parêzgeha Kirmanşanê kir, dema ku gihêşte vê parêzgehê got: Heke hewce bibe Meclisa Şêwra Îslamî, hin qanûnan ji bo alîkariya xelkê ketî ber erdhejê yê rojavaya Îranê pesend dike,

Erdheja 7.3 Rîşterî ku êvara yekşemê 12 Mijdarê rojava Îranê hejand bû sedema candana 436 welatiyan û birîndarbûna 10 hezar û 203 kesan.   (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu