NûçeRojhilatanavinSûriye

Efrîn her dişewtînin û hemû cîhan jî bê dengê

Efrîn her dişewtînin û hemû cîhan jî bê deng û kerr e.

Duh hêvarê careke din li herêma Efrînê ya dagîrkirî, komên çekdar ên çete ku xwe bi opozisyona Sûrî dinasînin û piştgiriyê ji Tirkiyê werdigirin bi hev ketin û çiyayê derdora gundê Çolaqan tev kirin agir û şewitandin.

Di wê barê de, çalakvanê siyasî yê Efrînî Alan Seydo di rûpela xwe ya veghîştina civakî de, nivîsek weşandiye û tê de amaje bi agirpêketina daristanên gundê xwe dike ku gundê Çolaqa ye, dibêje komên çekdar bi hev ketine û daristan û gundê min ku gorê dêk û bavê min li wirin tev dişewtînin.

Başa dön tuşu