ÎranNûçeRojhilatanavin

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li ji amadebûna Belgeya komîta hevpare çavdêrê agirbesa Sûriyê li civîna dudyane Astanê xeber da

Huseyn Cabirî Ensarî,  Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li beşa Efrîqayê û welatên erebî, li gotûbêja telifûnî ya pêncşemê şev tev kanala yek a telivîzyona îranê destnîşan kir; Li dewra dudyan a civîna Astanê civînên cur bi cur dinavbera aliyên gotûbêjê birê ketiye û belgeya Komîta hevpare çavdêrê agirbesa nav Sûriyê jî li halê amadebûnê daye.

Huseyn Cabirî Ensarî ragihand ku Îran, Tirkiyê û Rûsiyayê li gotûbêjên Astanê gihêştine rêketinekê bona dewama agirbesa nav Sûriyê û qirare ku komîteyekî sê alî bê damezirandin.

Li civîna yekê ya Astanê paytexta Qezaqistanê li bara Sûriyê destnîşan bibû ku ev komîta pêwîste were pêkînan.

Wî got: Pêsparteya vê komîtê xîncî çavdêriya ser agirbesa nav Sûriyê, îdare kirina civîna  Astanê jî heye.

Duh pênşemiyê li sêyemîn dewra  muzakirên Astanê li bara Sûriyê got: Yekperçetiya erdê, parastina hakimiyeta neteweyî û mafê gelê Sûriyê jibo kivşkirina çaresenivîsa welatê xwe ji prensîpên çareserkirina siyasî ya qeyrana Sûriyê ye .

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li beşa Efrîqayê û welatên erebî destnîşan kir: Armanca  gotûbêjên Astanê hêsankirina  muzakirên sûrî-sûrî jibo  gihêştina bo damezrandina aşitî û ewlehiyê li Sûriyê ye  û Îran , Sûriye, Rûsiye û Tirkiye wek garantîkirên van muzakiran, serketinên berbiçav  jibo kontrolkirina  qeyrana Sûriyê hebûne.

Cabêriyê Ensarî bal kişand ser vê yekê ku  mijarên  binpêkirina agirbesê li Sûriyê kêmtir bûne û bi hezaran kes ji awareyan vegeriyane  bajarên  cihê jiyana  xwe ji wan Helebê û tekez kir: Îranê tev  civaka navneteweyî kariye ku  alîkariyên mirovheziyê yên bêtir  bighîne destê welatiyên sûrî.

Alîkarêwezîrê karên derve yê Îranê li beşa Efrîqayê û ereban diyar kir: Hewldanên Îran, Rûisye û Tirkiyê li lidarxistina  muzakirên Astanê, cihê kiryraên  berê yên  civaka Navneteweyî negirtiye, belkî wê dikemilîne.

Muzakirên Sûriyê li Astanê bi însiyatîva  Komara Îslamî ya Îranê, Rûsiye ş hevkariya Tirkiyê, bi armanca damezrandina aşitiyê li Sûriyê  tê li dar xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu