IraqNûçeRojhilatanavin

Efûya giştî hat erêkirin

Di civîna îro ya Parlamentoya Iraqê de Yasaya Lêborîna Giştî hat pejirandin.

Îro Parlamentoya Iraqê civîna xwe ya asayî li dar xist.

Di civîna xwe ya îro de, parlamentoyê bi pirraniya dengan Yasaya Lêborîna Giştî pesend kir.

Endamê Komîteya Yasayî li Parlamentoya Iraqê, Emîn Bekir di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Bi piraniya dengan, Parlamentoya Iraqê projeya Yasaya Lêborîna Giştî erê kir.”

Bi pesendkirina vê projeya yasayî, efûya giştî li Iraqê tê ragihandin.

Emîn Bekir herwiha got: “Di civîna îro ya parlamentoyê de lêpirsîn ji Wezîrê Parastina Iraqê Xalid Ubêydî hat kirin û civîn bi serokatiya Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê, Aram Şêx Mihemed birêve diçe.”

Bekir tekez kir, ku herwiha lêpirsîn ji Wezîrê Darayî yê Iraqê Hûşyar Zêbarî jî di bernameya parlamentoyê de ye û bi vê mebestê jî Zêbarî li parlamentoyê amade bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu