Mafên MirovanNûçe

Efûya Navneteweyî Artêşa Nîceryayê tawanbar kir ku derheq şîeyan tevkujî kiriye

Efûyha Navneteweyî li raporekê de cinayetên artêşa Nîceryayê li warê qirkirina şîeyên vî welatî li Kanûna 2015`an eşkera kir.

Di encama êrişa artêşa Nîceryayê ser mala şêx Îbrahîm Zakzakî serok û rêberê Tevgera Îslamî ya Nîceryayê li bajarê Zaryayê û herwihha êrişa wan ser Husêniyeya Şîeyan bi sedan kes ji xelkê şîe yên nîceryayî ji wan sê zarên şêx Zakzakî hatin kuştin.

Hêzên Nîceryayê herwiha li êrişa ser mala şêx Zakzakî ew girtin. Li gor raporên belavbûyî leşkerên Nîceryayê berî girtina şêx Zakzakî kesên ku hewl didan wî biparêzin kuştin. Şêx Zakzakî jî li vê êrişê de birîndar bû û bi dehan kesên din ên hevriyên wî girtin.

Efûya Navneteweyî li rapora xwe de ragihandiye ku artêşa Nîceryayê li rojên 12 heya 14`ê Kanûna 2015c zêde ji 350 kes ji şîeyên vî welatî bi awayekî dirindane û neqanûnî qqir kirin.

Herwiha Efûya Navneteweyî hin wêneyên satlaytê li rapora xwe de zêde kirine ku cihê gornên komkî yên şîeyên Nîceryayê nîşan didin.
(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu