EwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Efûya Navneteweyî, Awistralya bi îşkenceya awareyan tawanbar kir

Saziya Efûya Navneteweyî, kiryar û reftara dewleta Awistraliyayê derheq awareyên ku dişîne girava Naoro ya li panava (oqyanûsa) Aramê, li gorî mafên navneteweyî, îşkence da zanîn û ev welata bi vê yekê tawnanbar kir.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Ana Nîstat, birêvebira Lêkolînên  saziya Berevaniya ji Mafên Mirovan a Rêxistina Efûya Navneteweyî, roja duşemiyê bi ragihandina vê yekê ku awareyên li Naoroyê, ji ber reftarên nebaş ên rayedarên Awistralyayê, bi tamî bêhêvî bûne, reftarên wiha şermezar kirin.

Hemî kesên ku daxwaza penaberiyê kiribûn li gotûbêja tev Ana Nîstat, ji ber pirsgirêkên xwe yên bedenî û derûnî, gilî û gazinde kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu