Efûya Navneteweyî roja înê raghand ku operasyona qaşo Hevalbendiya Navneteweyî bi serkirdetiya Emerîkayê li dijî koma wehabî, siyonîstî ya DAIŞ`ê li parêzgeha Reqayê li Sûriyê bûye sedema mirina bi hezaran xelkê sivîl.
Li gorî rapora Associated Pressê, Efûya Navneteweyî ragahnd ku heya niha du hezar û 521 meyt ji bin kelefeyên avahiyên kavilbûyî li parêzgeha Reqayê hatine derxistin ku piraniya wan li encama êrişên hewayî yên hevalbendiya bin çavdêriya Emerîkayê hatine kuştin.
Anna Neistat rêvebera pilebilind a lêkolînên cîhanî yên efûya Navneteweyî ku vê dawiyê ji seferekê vegeryaye Sûriyê ragahnd: Meytên ku binkelefeyan mane ji kesên zindî zêdetir in.
Taxima Efûya Efûya navneteweyî dema ku li Reqayê bû bi komeke biçûk re ku meyt keşf dikirin û û defin dikirin, hevdîtin pêk anî.
Ew texmîn dikin ku herîkêm sê hezar meytên din peyda bikin.
Eva li halekê ye ku qaşo hevalbendiya bi serkirdetiya Emerîkayê tenê li bara mirina bi tenê 77 kesan li encama êrişên hewayî li Sûriyê li xwe mukir hatiye.