Efûya Navneteweyî: Bila Spanya firotina çek û sîlehan bo Erebistanê rawestîne
Rêxistina Efûya Navneteweyî roja îniyê li daxûyaniyekê ji Spanyayê xwest ku bila firotina çek û sîlehan bo Erebistanê rawestîne.
Li gorî rapora El-Alamê, Rêxistina Efûya Navneteweyî her wiha êrişa roja Pêncşemiyê ya balefirên siûdî ser ûtûbûsa xwendevanên yemenî şermezar kir.
Balefirên siûdî Pêncşemiyê şevê êriş kirin ser ûtûbûsa hilgirê xwendevanên yemenî li bajarê Zehyanê li parêzgeha Sedeya Yemenê ki li encama wê 55 kes hatin kuştin û nêzîkî 80 kes jî birîndar bûn.
Balefirên siûdî pêncşemiyê şevê êriş krin ser ûtûbûsa hilgirê xwendevanên yemenî li bajarê Zehyanê li parêzgeha Sedeya Yemenê ki li encama wê 55 kes hatin kuştin û nêzîkî 80 kes jî birîndar bûn.
Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên din ji Adara 2015` an dest bi destdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kiriye. Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne. Destdirêjiya eskerî ya Erebistanê her wiha welatê xizan ê Yemenê rastî kêmasiya xwarekê û dewa dermanan aniye.