AsyaEfrîqaEwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Efûya Navneteweyî îdamkirina neyaran li Erebistanê rexne kir

Efûya Navneteweyî li bara pêvajoya îdama neyarên erebistanî bi awayekî neqanûnî ji aliyê saziya dadweriya Alê Siûd û bêyî cihanîna mehkemekirina adialne rexne kir .

Li gorî rapora ISNA`yê û ji zarê kanala El-Minarê, Rêxistina Efûya Navneteweyî ragihand ku sê nûciwanên ku ji aliyê hêzên erebistanî hatina girtin û temenê wan kêmtir ji 18 salan e tenê ji ber beşdariya li xwenîşandana li dijî hikûmetê ji wan re îdam derketiye û ger werin îdam kirin Erebistan cardin qanûnên navneteweyî binpê kiriye .

Rêxistina Efûya Navneteweyî tekez kir ku tevî rexneyên heyî ser pêvajoya mehkemekirina van kesana hukma îdamkirina wan hatiye dayîn û ev hukma li gorî mukirhatina bin şikencê hatine dayîn û ev meseleya nîşana eşkere ya bêrêziya li jiyana însanan ji aliyê Dewleta Erebistanê tê hisabê.

Efûya navneteweyî her wiha bal kişand ser îdama şêx Nêmir tev 46 kesên din li meha Çilê û vê kiryarê neqanûnî da zanîn .

Berpirsên erebistanî îdamê wek amêrekê bo serkutkirina neyaran bi kar tînin û ev peyama dibe baîs ku kes newêre eşkere li dijî nizamê biaxive .

Elî El-Nemir biraziyê şêx Nêmir Baqir Nêmir yek ji van nûciwanan e ku jêre îdam derketiye . Wî li Sibata 2012an li halekê ku tenê 17 sal temenê wî bû hatiye girtin û li Gulana 2014an jêre îdam derket . (BANGÊ ÎSLAMİ)

Başa dön tuşu