EwropaNûçeRojhilatanavin

Efûya Navneteweyî: Siyasetên Ewropayê li bara awareyan nedirust in

Li gorî rapora beşa navneteweyiya IRIB News`ê, Efûya Navneteweyî, siyasetên Ewropayê li bara aware û penaxwazan nedirust dan zanîn.

Li gorî kanala têlêvîziyoniya Press TV`yê, komîsiyona Ewroapyê vê dawiyê planek hilêxistiye ku li ser esasa wê biryar e welatên Nîcir, Nîcirya, Sinigal, malî, Tûnis, Lîbî û Êtyopî bi miliyaran yuroyî werbigirin û li berdêla viya rê nedin ku koçberên efrîqî berê xwe bidin Ewropayê.

Gelek ji karzanan li ser vê bawerê ne ku li gorî biryarnameya ku di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê ji bo vegerandina koçberan bo Tirkiyê hatiye wajokirin û gelek bi gengeşe ye, biryarnameya ligel welatên efrîqî ji bo girtina pêşiya sefera efrîqiyan bo Yekîtiya Ewropayê bnikare rêkareke minasib ji bo vê pirsgirêkê be.

Giyorgos Kasmopolos ji Rêxsitina Efûya Navneteweyî got: Dewsa ku rêçareyeke minasib ji bo aware û rêkarên ewleh û qanûnî were raberkirin. Em dibînin ku gelek berbend li ser riya penaberan çêdibin. Bi dehan hezar awareyin ku berî biryarnameya Tirkiyê û Yekîtiya Ewroapyê derbasî vê yekîtiyê bûne, bêteylîf mane. Piraniya welatên endamê Yekîtiya Ewroapyê eşkere ragihandine ku naxwazin helwêstekê bigirin ber xwe qanûnên navneteweyî yên penabertiyê binpê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu