IraqNûçeRojhilatanavin

Efûya navnetewî: Amerîka canê welatiyên asayî li Iraqê naparêze

Saziya Efûya Navnetewî ji dewleta Amerîkayê bona neparastina canê welatiyên asayî li Iraqê , rexne kir.

Li gorî rapora telivîzyona Press TV`yê, Saziya Efûya Navnetewî tevî diyarkirina nîgeraniya xwe ji ber zêdebûna hejmara kuştiyên sivîl li Mûsilê li bakûra Iraqê ragihand; 237 welatiyên iraqî li van rojana ji ber bomberana firokên şêrr ên Amerîkayê li navçên bin destê terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin.

Saziya Efûya Navnetewî li rapora xwe ragihand ku Firokên şêrr ên Amerîkayê dema êrişên xwe yên ser derûdora Mûsilê hema qanûnênn navnetewî eşkera binpê dikin; Loma hejmara welatiyên asayî yên ku têne kuştin jî her ku diçe zêdetir dibe.

Li vê raporê, Efûya Navnetewî ragihandiye ku ji ber êrişên hewayî yên Amerîkayê ser malên xelkê sivîl li derûdora Mûsilê, tevî viya ku hejmareke zêde ya xelkê tên kuştin, gelek malên wan jî tên wêrankirin.

Firokên şêrr ên Amerîkayê şemiya bihurî bi mehneya êrişa ser pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li Mûsilê, bi dehan kes ji welatiyên asayî yên Iraqê kuştin.

Başa dön tuşu