ÎranNûçeRojhilatanavin

Beşdariya nûnerên 83 welatên cîhanê li 35 mîn dewra pêşbirkên quranî li Îranê

Serokê Rêxistina Ewqaf û karûbarên xêrxwaziyê ya Îranê diyar kir: 300 beşadr ji 83 welatên cîhanê li 35 mîn dewra pêşbirkên navneteweyî yên quranê li Komara Îslamî ya Îranê beşadr dibin.

 Hucet ul îslam wel muslimîn Elî Muhemedî roja pênşemiyê li hevdîtina tev alim û merceyên  pilebilind ên teqlîdê li Qumê li başûrê Têhranê got: “Ev pêşbirk ji 19 heya 26 Nîsanê tê li dar xistin“.

Serokê Rêxistina Ewqaf û karûbarên  xêrxwaziyê yên Îranê bal kişand ser vê yekê ku ji sala 2017`an  pênc dewreyên  pêşbirkên navneteweyî yên Quranê li Îranê tê lidarxistin. Ev pêşbirk ya herî giring li asta cîhanê tê hesabê û diya pêşbirkên  quranî ye.

Hucet ul îslam wel muslimîn Elî Muhemedî her wiha diyar kir: Pêşbirkên  telebeyên  cîhana Îslamê jî îsal bi beşadriya  hin kesan ji 44 welatan û li rişteyên  curbicur ên qiraet,  jiberkirin û tefsîr û şiroveyê dê were lidarxistin.

Serokê Rêxistina Ewqaf û karûbarên  xêrxwaziyê yên Îranê her wiah diyar kir: “Duwem dewra pêşbirkên  navneteweyî yên jinên cîhana Îslamê li rişta jiberkirin û bi parastina  hemî şert û pêdiviyên şer`î li Îranê tê lidarxistin“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu