IraqNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên derve yê Iraqê mayîna eskerên Tirkiyê li welatê xwe weke binpêkirina hakimiyeta Iraqê da aznîn

Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve  yê Iraqê roja pênşemiyê li hevdîtina  Antonio Guterres (gutêrêş), sekreterê giştî yê Rêxistina NY li Bexdayê mayîna eskerên Tirkiyê li bakurê Iraqê rexne kir û tekez kir: Welatên curbicure cîhanê û Yekitiya Ereban ji Tirkiyê xwestine ku  ji axa Iraqê derkeve lê welatê hanê tim hakimiyeta Iraqê binpê dike.

Wezîrê karên derve her wiha ser pêwîstiya  piştgiriya  zêdetir a  NY ji awareyên Mûsilê, li bakurê Iraqê sekinî.

Sekreterê giştî yê NY jî li vê hevdîtinê bal kişand ser vê yekê ku azadkirina  Mûsilê ji bin lepên  grûpa terorîstî ya  DAIŞê kilîla yekitî û aramiya Iraqê ye û got : Ev rêxistinê li hemî mijaran piştgiriyê dide Iraqê û plana Bexdayê jibo bisûçzanîna bîr û ramanên terorîstî dê bike karê xwe yê sereke.

Guterres destnîşan kir: Rawestana iraqiyan li ber terorîzmê ev îmkana da Iraqê ku civaka navneteweyî ji vî welatî piştgiriyê bike.

Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres roja pênşemiyê jibo hilkolandina  rewşa awareyên  Mûsilê û hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên iraqî re  gihêşt Bexdayê.

Konseya parêzgeha Neynewayê roja duşemiya buhurî li daxûyaniyekê ragihand: Hejmara awareyan li rojava Mûsilê gihêştiye nêzîkî nîv milyon kesî û ji ber nebûna xizmetên  pêwîst jibo alîkariya bo awareyên me ev amara li halê zêdebûnê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu