IraqNûçeRojhilatanavin

Li devera Daqûq ya Kerkûkê, cotkarek ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hat revandin

Berdevkê berê yê qaymeqamtiya bajarê Xurmatû, Mihemd Fayîq li ser rûpela xwe ya facebookê daye zanîn, çekdarên DAIŞê li gundê Mensûriye yê Daqûqê cotkarekî kurd bi navê Şakir Mihemed Welî revandin.

Mihemed Fayîq daye xuyakirin ku cotkarê kurd di nav zeviya xwe de kar dikir lê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hat revandin.

Çekdarên DAIŞê kî bikeve ber wan direvînin yan jî dikujin. Li hember berdana revandiyan jî daxwaza dirav dikin.

Başa dön tuşu