IraqNûçeRojhilatanavin

Eger Îran û merceiyet nebana Iraqê dê bi destê terorîzmê sernixûn bibûya

Ebas El-Beyatî endamê komîsyona siyaseta derve ya parlemana Iraqê tekez kir ku eger hewldanên Îranê, fetwaya merceyetê û hêzên gelanî yên Iraqê nebûna, dê welatê wî bi destê terorîzmê sernixûn bibûya.

Li gor rapora Tesnîm News`ê, û ji zarê malpera El-Ehdê, Ebas El-Beyatî endamê komîsyona  siyaseta derve ya parlemana Iraqê ragihand ku sefera taxima iraqî bo Têhranê pir giring e û ev sefera li çarçêva guhartina nihêrînan tev rayedarên  Îranê li bara  çawaniya  rawestana li ber terorîzmê û nûjenkirina Iraqê li qonaxa piştî têkbirina grûpa tereorîstî ya DAIŞ`ê da zanîn.

El-Beyatî ku tev Selîm Cibûrî serokê parlemana Iarqê sefera Îranê kiriye, Îranê wek welatekî mezin û startejîk da zanîn ku peywendiyên erênî tev wê ewlehiya navçê xurt kiriye.

Wî her wiha spasiya Komara Îslamî ya Îranê ji ber piştgiriya ji  Iarqê ji bo arwestana li ber grûpên terorîst kir û tekez kir: Îran mêhwereke startejîk li mudailên navçê ye û nêzîkbûna  Tirkiyê û Îranê ser qazanca Iraqê û xurtbûna  ewlehiya wê ya neteweyî ye.

El-Beyatî bal kişand ser vê yekê ku hêzên xwebexş ên gelanî dê li şerê azadkirina  Mûsilê beşdar bibin û mixabiniya xwe li bara gotinên hin iraqiyan ku ji hêzên biyanî yên mîna  hêzên Tirkiyê pêşewaziyê dikin û dijberiya hêzên  Heşdi Şeibî dikin, diyar kir û ev yeka dijberiyeke ecêb da zanîn.

Vî nunerê parlemana Iraqê  bal kişand ser vê yekê ku Iraqê hêza xwe ya zav jibo rawestana li ber grûpa terorîst a DAIŞ`ê bi nuneratiya ji welatên din selimandiye û ji hemî welatan xwest ku  jibo rawestana li hember DAIŞ`ê pişgiriyê bidin vî welatî. Wî her wiha tekez kir ku Îran yekim welat bû ku  bersiva erê da daxwaza Iraqê jibo alîkariya ji bo rawestana li ber DAIŞ`ê û ger hewldanên  Îranê, fetwaya mercieyeta olî û hêzên xwebexş ên gelanî nebana dê  Iraq  bi destê terorîzmê dê sernixûn bibûya.

Başa dön tuşu