Serokê navenda lêkolînên stratejîk ên artêşa Komara Îslamî ya Îranê got ku doktorîna hêzên çekdar ên Îranê, berevanî ye lê bona berevaniya ji welêt û nirxên nizamê, ji bo rawestana li ber her gefekê tam, amade ne.
Li gorî rapora IRNA`yê, emîr sertîp Ehmedriza Pûrdestan roja îniyê li Meşhedê li bakurê rojhilata Îranê got: Hêzên çekdar ên Îranê lêzanînên baş hene û hemî liv û tevger li nav û li dervey sînoran tên şopandin.
Serokê navenda lêkolînên stratejîk ên artêşa Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: îro bi bereketa hebûna zaniyarên ciwan, kelûmelên berevaniyê yên pêdivî li Îranê li nav welêt tên berhemanîn û hêzên çekdar bihêztir ji hemîşe ji bo berevaniya nizam û Îslamê rawestane.
Emîr sertîp Ehmedriza Pûrdestan her wiha got: dinyaya îstikbarê , bi taybet Emerîka li 40 salên buhurî ji bo jinavbirina nizama Komara Îslamî ya Îranê û inqilaba Îslamî ya Îranê şêwazên curbicur yên mîna boykotên aborî û şerê sepandî cih anî lê bi îsargerî, sebr û wilayetheziya gelê Îranê, rastî işkestê hat.
Wî destnîşan kir: Dilgiraniya sereke ya Emerîkayê eva bû ku inqilaba Îslamî ya Îranê edebiyateke nû mîna istiqlal, azadî, nefya serdestiyê û welayetmedarî tev xwe aniye û ev edebiyata bandor ser welatên navçê kiriye.